Молитвы

СВИДЕТЕЛЬСТВО ВЕРЫ — Şehda Dînî

Şehda Dînê min yek Xweda ye
Emîn Cebraîl evîniya Ezdaye ye
Bergeha min roj û mergeh e

Silavên min li mergehê li Lalişê û li Xwedanê qubêyê
Şêx Adî — Şêxê min e, ji nûra padşê ye
Şemsê Êzdînê — çira ye

Pîrê min Hesin Meman e¹
Hoste û merebî ji mala Baban e¹
Kaniya Sipî — mora min e

Kaf û mixar û Zimzim — heca min e
Tawisî Melek — şahda îmana min e


Wisa jî tê gotin (2)

Şehda dînê min yêk Xweda
Melik Şêx Hisin Heq hebîbê Xweda
Meqlub û Mergeh sela

Silavêt mêra li Lalişê
Meqlubî birî mehê, cotên quba, li wî erdê
Êzîdxan ser dikêşne ber Îbadetê sucdehê

Siltan Êzî — pedşê mine
Şêxûbekir — mewlayê min e
Şêx Mend¹ — Merebiyê min e

Şêxalê Şemsa¹ — Şêxê min e
Hesin Meman¹ — Pîrê min e
Tawisî Melek — şehde û îmanêt min e

Kaf û mixar û Zimzim — heca mine
Qubletil bidor qubleta min e
Melik Şêxsin¹ baxweyê mine

Şêx Mûsê Sor¹ xudanê min e
Şêşims mesebê mine
Bînîya avêt mine

Şikir ji Adîya
Em havêtîne ser pişka suniya
Minetkarîn ji mîra, vavartîn ji kafira, ji xenzîra

Em havêtîne ser pişka Şêx û Pîra
Minetkarîn ji minetê, vavartîn ji kafira, ji Şerîétê
Havêtîne ser pişka Şêxê sunetê²

Heke Xudê kir Êzîdîne ser navê Siltan Êzîne
Şikir ji Xwedê re em bi ol û terîqetên xwe razîne.

¹Ew kesê Şehdê didet pêwîste navê(Şêx,Pîr û Merebî) yên xwe bêje, ji ber hindê nav ji kesekî bo yê din tên guherîn.
²Mebest jê Melik Şêx Hisine

Click to comment

You must be logged in to post a comment Login

Leave a Reply

To Top
Translate »