|
 Me, ew kesên bi hêvîke mezin li Kurdistana Azad dinhêrîn, bawar bûn wekî cara yekemîn di dîrokê de maf û azadîyên êzdîya wê tam bêne naskirin, şikestin xwar. Hê zû bawarîyên me şikestin xwarin, hêvîyên me beravêtî bûn.
Hêzên tarî carekê jî dane xuyayê, wekî hevsarê civakê hê jî di dest wan de ne. Gava ew tiştekî bixwezin ne hukumat, ne jî rêxistinên sîyasî nikarîn rê li pêşîya wan bigrin. Hela serbara ser de cîh bê hinek nonerên hukumatê, endemê rêxistinên wek PDK û YNK wê bi wan re bin. Mak kirina vê rastîyê berî gişkî bûyarên Şêxanê bûn, dû re jî bûyarên Hewlêr, Duhok, Zaxo.
Û tu nikarî ne hukumatê tawanbar bikî, ne rêxistinên sîyasî tawanbar bikî. Civak ne rojekê de, ne jî salekê de tê guhastin. Bê guman ji bo guhastina bîr û bawarîyên civakê ser pirsa êzdîya, van salên buhurî gavên anegor nehatin avîtin, lê ev pirseke mayîn e.
Vê şikestinê em kuncekî tarî hasê kirin; hinek ji me jî bêhêvîtîyê bêdeng bûn, hinekên mayîn jî bes gazinên xwe dikin, dixwezin qet na bi fîzîkî êzdîyên Başûra Kurdistanê biparêzin.
Êriş û fermanên ser êzdîya tiştekî nû nînin, bi sedsalan, bi hezarsalan ew êriş didomînin. Êzdîyan jî wek karibûna xwe ber xwe dane, bi seda hatine kuştin, bi hezaran hatên kuştin, bi deha hezaran hatine kuştin. Gundên wan ji dest wan çûne, bajarên wan ji dest wan çûne, milkên wan ji dest wan çûne û niha dikarî bêjî êzdî serhev (kompakt) tenê li Başûra Kurdistanê, deverên Şêxanê û Şengalê mane.
Gor agahîyên di hinek malperên êzdîyan de belav bûyî, ji sedî hevtê êzdîyên wan deveran (Şêxan û Şengal) serî li îdarên NY dane ji bo derketina ji welêt. Di vê pirsê de Erebistana Seudî û çend dewletên deverê ‘alî’ wan dikin. Bi taybetî rewşa êzdîyên Şengalê gelek xirab e û piranîya wan dixwezin derkevin.
Dibhêyî û xwîn ji dilê te diçe, Şengal, kela êzdîxanê, nîşan, sîmbola berxwedana êzdîyan, werê fêriz û efatan, serkanîya stran û destanên kurdî, wê ji êzdîya vala be. Ew jî di demeke usan de, gava Kurdistan berbi dewlet bûnê diçe (hê rast de-fakto dewlete). Hela tiştekî din jî tê gotin; guve seroketîya kurdan jî pejirandîye, wekî erebên ji Kirkûkê derdikevin li Şengalê bi cîh bikin. Nizanim, ez bawar nakim, lê eger ev jî rast be, ev êdî dijminaya ji êzdîyan re.
Belê, me şikestin xwar û civakên êzdîya di rewşa bêçarî û bê hêvîtîyê de dikewgirin. Lê gelo çi çare dikare hebe? Xwe nabe em destên xwe tev werkin û bendê bin ka kingê Kurdistan Azad ji êzdîyan vala dibe!
Em her tiştî bi reş reng bikin, bêjin ji bo çareserîya pirsa êzdîyan tu gav nayên avêtin, ew jî ne rast e. Ji seroketîya Herêma Kurdistanê re li hev hat pêşî li bûyarên bi qezîya bigrin û niha rewş bi tam bin çavdêrî (kontrola) hêzên hukumatê de ne. Ji bo baş kirina rewşa saz bûyî jî gav tên avîtin. Lê hê jî êzdîyên deverê di tirsê de dijîn, bi guman dûarojê dinhêrin. Ji ber vê jî ji bo çareser kirina tam dibêt planeke bi rêk û pêk hebe, divêt gavên mezin bên avêtin.
Divêt aramî û asayîşa deverên êzdî lê dijîn bê misoger kirin, divêt ji tirsê re cîh nemîne.
Li vir pirseke gelek giring heye; em zanin heta van salên dawî jî li gelek şûnan milkên êzdîya ji dest wan hatîye girtin, gelek gundên êzdîya hêdî-hêdî bi kurd û erebên misilman ve ve tijî bûne, jimara êzdîya li wan gundan kêm bûye. Gava jimara misilmanan li gundan zêde dibe, pirî caran êzdî ji wan gundan bar dikin û îro ew gund hew wek gundên êzdîyan tên dîtin. Ev jî pirsgirêkeke mezin e, divêt ji vê pirsgirêkê re çare bê dîtin.
Bê guman gelek kes wê bêjin, wekî xelkê Kurdistanê kî li ku dixweze dikare bijî. Êzdî jî diçin li Duhok, Hewlêr, Silêmanî û deverên mayîn bijîn.
Li vir piseke mayîn heye. Li Şêxanê ji min re gotin, wekî dema rojîyên Remezanê, mafê êzdîyan tune li devra cigarê bikşînin, yan çayekê vexun. Ew jî gava niştecîyên Şêxanê ji sedî 80-90 % êzdîne ( ez vê jimarê bi texmîn tînim, jimara rast di dest min de tune). Lê dema rojîyên êzdîyan kesên misilman bi kêfa xwe ne.
Ji ber vê jî ji bo parastina ola êzdîyan, kelepora êzdîyan, divêt dêmografîya deverên êzdî lê dijîn bê parastin.
Li Fînland giravek heye, niştecîyên wê swêdî ne. Vê carê hukumata Fînland nahêle kesên fîn li wir niştecîh bibin, ji bo ku dêmografîya wê giravê neyê teribandin, jimara fînan li wir ji ya swêdîyan zêdetir nebe.
Ev prînsîp ji bo deverên êzdîyan jî divêt bê bi kar anîn.
Bi bawarîya me ji bo bi tam çareser kirina pirsgirêka êzdîyên Başûra Kurdistanê wê gaveke hêja be, eger parêzgeheke cihê ji deverên Şêxan û Şengal bê damezirandin. Damezirandina parêstgeha ku piranîya niştecîhên wê êzdî bin, desthilatdarî di dest êzdîyan de be, wê çareser kirina pirsgirêkên êzdîyan hêsantir bike.
Ser vê pirsê hunermend Serhad Bapîr êdî di malpera www.rizgari.com 17.05.07 nivîsîye. Û bi bawarîya me pirs hêjayî gotûbêjêye, wê baş be eger li Parlamênta Herêma Kurdistan, li Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistan ser vê pirsê rawestin.
Lê berî her tiştî divêt serokên êzdîya, yên olî, sîyasî û civakî, rêxistinên êzdîya yên civakî, her tiştê ji dest wan tê bikin, wekî rêfêrêndûma dawîya vê salê serkevtî be, deverên ji Kurdistanê veqetandî, deverên êzdî lê dijîn jî di nav de, dîsa vegerin nav Herêma Kurdistanê.
Copyright 2007. All Rights Reserved. |