|
23 meha H’ezîranê, saloneke bedew da, li bajarê Bilifêldê qerebalix bû. Dengê mûzîka K’ur’dî dihat, dîlan dik’işiya, Ezdî li her derê hatibûn, k’êf, eşq û şayî bû. Wê r’ojê oldarekî êzdî yê naskirî, qewilbêj û zanekî ulmê êzdiyatyê şêx Fetoyê şêx K’amil - 60 saliya r’oja ji dayikbûna xwe derbas dikir. Pismam, nas, dost, mirîdê malbeta wan jî êzdiyên Soviyêta berê, ji Bakûr, Başûr û Başûra R’ojava, ku niha li gelek welatê Êwropayê dijîn, ji bo pîrozkirina 60 saliya şêx hatibûn, ew pîroz dikirin, ji wî r’a e’mrê dirêj dixwastin û k’êf dikirin. Şêx Feto sala 1947-a li gunde Qundexsazê, navça Elegezê, k’omara Ermenîstanê li malbeteke dîndarî wê hicrerayê da bi nav û deng ji dayîk bû ye.
Ew şêxê Şêxûbekirane. Bi gotina gotya, k’oka malbeta wan digihîje Şexmirzaya. Ji pey fermana êla Anqosiya r’a ew jî berê xwe didine welatê Serhedê. Û ji pey r’ev û beza riya dirêj r’a nîvê sedsala 19-an tên digihîjin
êzdiyên p’ala ç’iyayê Elegezê û gundê mala Kok-axa: Mîreka jêrîn da cî dibin. Paşê kalkê wî şêx H’emze mala xwe destguhastî gunde Qundexsazê (niha wî gundî r’a dibêjin R’IYA T’EZE) dike.
Bi bîranîna mezina şêx H’emze bi serê xwe mektebeke zargotina miletiyê û ayna dînê êzdiya bû ye. H’eta niha jî tiştê ecêb derheqa zanebûn û kiryametên wî da li nav êzdiyên wê deverê da tên bîranîn. Şêx H’emze bi kulik û xerqe bû ye. Pênc lawê şêx H’emze hebûn: şêx Elî, şêx Efendî, şêx Sehîd, şêx Îslam û şêx K’amil...
Her pênc bira jî xwendina wane k’ûr t’unebû lê bawarkî her yek professorekî zargorinc bû. Ew mekteba şêx H’emze derbas bûbûn. Dema li nav civakê da rûdiniştin meriv heyar dima ji kurmanciya wane xweş, serhatî û ç’îr’okê wane bi naver’oka k’ur, qewil u beyt’ê ola êzdîtiyê bibihîsta. Ew hostê axaftinê bûn.
Şêx Elî, şêx Efendî û şêx Sehîd dawiya salên sîyî destguhastî bajarê T’ilbîsê bûbûn lê her du birayên ç’ûk li gund man... Dijwar êzdîk bajarê T’ilbîsê da hebûya ku ew nas nekirana. Nav û dengê wan her cîya bela bûbû.
Niha ew malbet bûye heta 40-50 malan... Le sed heyf, wan da yên wek kal-bavên xwe zane p’ir hindikin. Yek ji wan jî şêx Feto ye.
Şêx Feto lawê şêx K’amil e. Ewî xwendina xwe mekteba gund da hilda ye. Le mekteba wî ya esli, dersdarên wî bavê wî û apê wî bûn. Ew xortaniya xwe da diçe bajarê T’ilbîsê. Li wir cî dibe û çawa oldarekî zane li nav êzdiyan tê naskirin. Eva devedevî deh sala ye ku Almanyayê dijî... Pesewityê civaka xwe ye. T’im şîn û şaya da hazire. Dost û xêrxwazê Mala Ezdiyane. Çalakiyên malê da t’imê hazir dibe. Çi dik’eve ser milê wî seva malê dike.
Em, wek bernema MALA EZDIYAN, 60 salya ji dayikbûna wî pîroz dikin û ji wî r’a emrê dirêj dixwazin.
Copyright 2007. All Rights Reserved. |