|
 Kereme Seyad Ew dengê ku. dema em hêdî hêdî di pêpêlûkên derenceya kevirîn ên dawî de hildikişiyan. "Hûn bi ser ser û çavên min hatine" ji me re hate gotin pirr nas bû. Beriya ku xwediyê deng bi me bidin naskirin me ewnas kiribû. Dengê Keremê Seyad ê Berpirsiyarê Weşanê yê Giştî ji nav bîranînên me yên zarokatiyê derketibû û li hember me rawestiyabû. Ji ber ku em wî dengê "Gelî guhdarên ezîz niha hûnê kilamên cemaetê bibihên".
'Niha hûnê deng û behsên dinyayê bibihên" bibihîzin, me radyoya xwe datanî ser dîwarê hilweşiyayî û bi bêriya hezeran salan lê guhdarî dikir.Ew deng behsa qehremantiyên me îxanetên me veqetînên me ji me re dikir. Me nasên çiyayên herî nêzîkî xwe ji vî dengî guhdarî kiribû. Cemîla Celîî, Sîma Semed, Wezirê Eşo jî xwediyê wî dengî bûn ku her roj bandoreke mezin di dil û hişê me de dihiştin. Cemîla Celîl dengbêjên Elegezê, Axbaranê, Tehlinê li malên me li me kiribû mêvan. Dema Şeroyê Biro, "Lê lê Bêrîvanê... "digot em dilikî dibûn gava ku Asika Qadir. "Welatê me Kurdistan e. hemû bax û bostan e... digot em li ser Serhedê. Amedê. Botanê difikirîn. Sîma Semed jî dersên dayîktiyê dida keçên xama û ciwan. Em bi saya dengê wê hîn bûbûn ku. dayîka herî mezin Kurdistan e. Ker û Golik. Memê Alan. Siyabend û Xecê û gelek destanên evînî û qehremantiyê dîsa "ev deng" gihandibû me. Wezîrê Eşo cara pêşîn deng û behsên dinyayê bi zimanê zikmakî ji me re vegotibû. Me ji "wî dengî" ku kûrbûna dîroka me û coşbûna Çemê Arasê dihanî ziman hez dikir. Em li Yêrîvanê bi hemû bîranînên xwe yên zarokatiyê re hatin ba hev. Hevdîtineke wisa bû ku tu tişt nikare bide jibîrkirin.

Di wêneyê jor de, ji aliyê milê çepê ve; Tîtalê Kerem û Cemalê Ûsif (Nûçevan), Sfma Semed (Berpirsiyara Çand û Edebiyatê), Cemîla Celîl (Berpirsiyara Muzîkê), Wezîrê Eşo (Nivîskar û Berpirsiyarê Deng û Behsên Dinyayê), Keremê Seyad (Berpirsiyarê Gişfî).
WEŞANA RADYOYÊ YA PÊŞlN
Radyoya Kurdî ya Yêrîvanê weşana xwe ya pêşîn di 1935'an de kir. Serokê wê radyoya ku di hefteyê de 15 deqîqe weşanê dikir. Heciyê Cindî bû. Radyo ku piştî biryara Stalin di 1937"an de hatibû dadan ji nû ve di 1954'an de dest bi weşana xwe kiribû. Di van salan de Kurdên Ermenîstanê yên ku nayên jibîrkirin: Emînê Evdal, Heciyê Cindi û Casimê Gelîl li Radyoya Yêrîvanê. di Beşa Kurdî de hatibûn cem hev. Casimê Celîl ku hê jî li jiyanê ye roja destpêka weşanê wiha vedibêje: "Gelê me yê ku dengê me bihîst baz da radyoyê. Gundiyên Kurd ji Elegezê. ji Tehlîne ji bo ku hurmet nîşanî me bidin bi ser me ve hatin." Di nav spîkerên pêşîn de nivîskarên Kurd ên nas û navdar Ordîxanê Celîl, Karlênê Çaçanî û Nara Platova hebûn.
Radyoyê cara pêşîn bi mebesta ku bi tenê ji bo Kurdên li Ermenîstanê weşanê bike, di sala 1961'an de saeta weşanê di rojê de derxistibû 1.5'ê û li hemû Rojhilata Navîn deng dikir. Radyo êdi bûbû dengê hemû Kurdistanê. Keremê Seyad dibêje ku di van salan de ji Kurdistana Iran, Iraq û Sûriyeyê, bi hezaran name ji guhdarên radyoyê standine. Keremê Seyad serpêhatiyeke xwe ya li ser gundiyê Idirê bi dilekî xemgîr û kewgirî wiha digot: "Em dizanibûn ku hemû Kurdistan li me guhdarî dike. Lê ji mirovên me yên li Idirê ku 500 m dûrî me bûn me tu silavek nedistand. Rojekê ji gundê Mûştaliyê deng li vî aliyê Arasê kirine. Deng ji aliyê Kurdên ku di Kolhozan de dixebitin tê bihîstin. Li radyoyê pirsîne ji min re silav şandine. Ev bûyera 15 sal berê di nav bîranînên min de ya ku qet nayê jibîrkirinê ye."
Pistî sala 1978'an ku weşana radyo tevî Rojhilata Navîn li parzemînên Ewrûpa û Amerîka jî belav dibe têkilî û eleqeyeke xurt ji bo radyoyê çêdibe. Keremê Seyad ji me re dibêje ku di van salan de gelek rewşenbîr û ronakbîrên Kurd di gel hemû dijwarî û astengan hatine ew ziyaret kirine. Ji wan serlêdanan jî ku yek jê nayê jibîrkirin dema Mele Mistefa Berzanî li Sovyet jiyabiye hatiye ew ziyaret kirine.
DENGÊN DENGBÊJAN TÊ JIYANDIN
Cara pêşîn di sala 1955'an de dengê Dengbêj Şmaîlê Beko hatiye qeyîdkirin. îro dengê 1500 dengbêjî qeyîdkirî ye. Ev fonda.muzîkê ku ji dengbêjên Kurd ên li Qefqasyayê dijîn pêk hatiye, ne bi tenê ji bo Kurdên li wirê, ji bo hemû Kurdan ji aliyê çanda Kurdî ve pirr girîng e. Cemîla Celîl: "Di fonda me de dengê hêvotî (terbiyekirî) nîn e. Bi pirranî dengên dengbêjên ku li gundan dijîn e. Ew tiştên ku li dîlanan. şahiyan. şînê çi bihistibin dibêjin" ji me re ve dibêje. Celîl dema ku xebatên pêkhatina fonda muzîkê dest pê kiribûn tiştên ku tên bîra wê wiha ji me re tîne ziman: "Gava dengbêjên me gundan dihatin Yêrîvanê wek herin dîlanê xwe dixemilapdin xwe re tûrikên penêr, toraq C likên hêkan dihanîn radyoyê .Pişti ku dengê xwe bi*me didan guhdarikirin bavê min ew dibirin malê. ma Ermenî hatina wan didîtin , digotin: "Dengbêjên Kurd ji ciya daketin."

Di wêneyê jêr de, ji xebatkarên Radyoya Yêrîvanê Beşa Kurdî Cemila Celîl û Sîma Semed di dema xebatê de. Cemîla Celîl bi xebatên li ser muzî- ka Kurdî tê nasîn û heta niha 2500 stran derbasî notayê kiriye. Sîma Semed Jîbi danasîna helbestvanên Kurd ên klasîk ve, li Sovyeta berê tê nasîn.
XEBATKARÊN RADYOYÊ PISPOR IN
Pirraniya xebatkarên radyoyê ji 20 şalî zêdetir in ku di vî warîde dixebitin. Berpirsiyarê Çand û Edebiyatê Sîma Semed bi amadekirina bernameya "Kulfeta Kurd" gelek hatiye ecibandin. Sîma Semed bi danasîna helbestvanên Kurd ên klasîk wek Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Meleyê Cizîrî, Cegerxwîn, Ahmet Sebrî li Sovyetîstanê xwediyê kedek giranbuha ye. Wezîrê Eşo jî ku bi roman û kompozîsyonên radyoyê navê'xwe derxistiye, ji kedkarên radyoyê yê herî kevin e. Wezîrê Eşo gelek berhemên Kurdî yên klasîk ji bo radyoyê amade kiriye.
Cemîla Celîl tam otoriteya muzîkê ye.-Celîl 2500 stran derbasî notayê kiriye. Ji xebatkarên ciwan Cemalê Usif. bi hevpeyvînên ku li gund û karistanan kiriye tê nasîn. Hema Ûsif bi serê xwe tenê nûçevanê radyoyê tê hesibîn. Li ser pêşerojên spîkerên radyoyê Gulîzera Celîl û Tîtalê Kerem gelek tiştên xweş tên gotin. Gulîzer û Tîtal bi ahengeke gelek xweş bi hev re dixebitin. Keremê Seyad ji sala 1960 î ve di radyoyê de dixebite. Rêvebirê radyoyê yê wê demê Xelîl Muradov bi mebesta nivîskarê gotaran ew xweştiye. Lê Seyad karê spîkertiyê xwestiye. Di encamê de herdu kar jî li ser milên wî mane. Pişt re bûye Berpirsiyarê Giştî yê Weşanê.
Mehmet Aktaş
30 Gulan-5Heziran 1993
Copyright 2007. All Rights Reserved. |