|
Di nava êzdîxanê da rojeke e'zîz, nav-nîşan heye, jê r'a dibêjin e'yîda "XÊRA REBIYÊ". Wê rojê, serê payîzê di gundan da jinên (pîrekên) êzdiyan di xanîkî da k'om dibin. Her kes ji malên xa, Xudê çi kire risq, xarinê tîne û t'ev dora siflrê rûtinên. Xêncî jinan kes li vê t'une. Peyî nanxarinê jin radibine simaê - destên hev digirin û direqisin. K'êjî dizane û k'ubra k'êjî xaşe, ew "Beyît'a Rebiyê" dibêje û bin gotinên wê k'oma jinan diheje, diçin û tên. Ewa lîstika (reqasa) ji lîstikên govendê cidaye. Eger şêx û p'îrên pêsekini "Beyît'a Rebiyê" dizanin, ew dibêjin. Tarî k'ete e'rdê, peyî xarna xêra Rebiyê, jin ji hev bela dibin.
Eva beyît'a min sala 1977, roja 7 meha Adarê, di gundê Sengerê da (hêla Axbaranê, Ermenîstanê), ji devê H'izreta qîza Cindoê Elî, şêxa Şêxûbek'irî, jina (pîreka) Wezîrê Xudoê Bedê, ji mala Pêşîmamê êzdiyan, nivîsî bû. H'izreta şêx Beyît'a Rebiyê ji xasiya xa, P'orsora E'vdoê Zeyîdo hîm bibû. H'etanî min maşê wê beyît'ê bi p'eretî nedayê, sit'iya H'izretê min r'a negot. Ez jîiro wê beyît'a p'irhewas û dîrokbaha p'êşk'êşî xandevana û dîndarên êzdiyan dikim.
Rebiyê, heyî Rebiyê,
Rebiyê e'debiye,
Cima bû weyîie,
Şêx Me'rûvê K'erxiyê,
Şêx Cinêtê şilbiyê,
Şêx Bazîdê Bastemiyê,
Her çar birê qîmetiye,
Derê Şerefxanê r'a çûye,
Rebî der aniye,
Xelqê xaflî şenge,
Bira nede denge,
Heyê neçe renge.
Xelqê xaflî k'ûre,
Rebiya min dilgîre,
Heyê (şermê) naçe Dîwana Feqîra.
Rebî xerebeta hatiye,
Deng welaia k'etiye,
Serî k'iriyametc,
K'erem k'erema Mêrane.
Şewq şewqa P'adişaê P'adşane,
Şerî h'eimûşka Dîn-îmare,
Îmane nîşane,
Taqeta r'ih'ê xudan xêrane.
Rebî wê bi çûye.
Beri wê he'riyêye.
Rebiye şivan diye:
-Şivano şivano!
Te malik t'unebe,
Tu wêrano.
Te nedîtiye silt'ano.
Dilê Rebiyê dibû h'eyîran.
Mêra got: Rebiyê,
E'yîba te h'urmetê,
Ev çi sala dik'işînî xiretê.
Çi sibeke zûye,
Siyarek hatiye-çûye,
Tac, hîle, xerqê nûranî ber biye,
Pêşiya te zanim Silt'an Şîxadiye.
Rebî we hatiye,
Ne cewe, ne kaniye,
Bezreke bîra dîye,
Xuiiyaqetek ser sekiniye,
Xuliyaqetê pirsiye:
Xuliyaqetê, çiye te Ji vir?
Xuliyaqetê da cabe,
Go: h'izreta min t'ase ave.
Rebiyê kêr der anî,
P'or-gulî hil ani,
Kireme şirîteke nûranî,
Av pê şimka xa bîrê der anî.
Xuliyaqetê xariye,
Hevraz nêhêrî e'rşê k'ursî,
Berjêr nêhêrî gav-mesî,
Çarde tebek ser destê k'efa
Siltan Şîxadî sekinî.
Rebiyê av da dêle,
Se hil da Quba Helêle,
Cot k'ursiyê cebêle.
Rebiyê av dêl didaye.
Mexsûs rih'aye.
Xêrkira xêr cizaye.
Mêra go: Rebiyê, k'anê
Şêxê te da nîşanê?
Go: hê neqedimiye Dîwanê!
Rebîyê got: t'emame,
Şêxek r'a bû Şame,
Lalişim mik'ane,
E'lekim selame,
Ez carîme, hûn xulame.
Mêra got: Rebî,
Tu canikeke biçakî,
Çiqa dîndara şîrîn Şîxadî mişaqî.
Mêra got: Rebî,
Tu canikeke bih'irî.
Çira Mêra wedigur bî?
Ez şêxim, tu mirîdî.
Ez mirîda şêxê xame,
Berê ne Nihe, ne Qeleme,
Şêxê min sema,
Şêxê min silt'ane.
Devsa mişûra Mêrane,
Serê h’emûşka dîn-îmane.
Îmane nîşane,
T'aqcia rih'ê xudan xêrane.
Rebiyê go: şêxê min hevaste.
Gustîla qudrelê bi desie.
Sedê weke le û nebî Mih'emed ber dediwaste.
Maş, xelat. berata jê dixwaste.
Ew Rebiyê sarmest bû,
Di'a Xudê xast bû,
Şelbik hîlawest bû,
Wek'az da bû dest bû.
Lê xist şelbik şikest bû.
Av Qendîlê r’awastiya bû.
Ew Rebiya sermeste.
Di'a Xudê xaste,
Şelbik hilaweste,
Şêx Bazîd mêrekî k'are,
Wek'az hil da nava dare,
Lê xist şeibik hate xare,
Mêr ma h'eyîrî û şenbezare.
K'erem k'erema detîle.
Rebiyê şikênand sebîle,
Av maliq ma Qendîle.
K'erem k'eretna h'ebûbe,
Mêra bire ber Rebiyê sicûde.
K'ereme xudanê k'eremê,
Minete cêşe,
Geliyê Lalişê,
Ale sinetê.
Baqê cinetê.
Ya. Silt’an Şîxadî.
Bangeke me tê dinê yek axretê,
Hole, hol emane,
K'ase ser destê Mêrane,
Mêrê Dîwana şîxadî xwerin.
Bûne baristane.
Reme hoslayî. bavê hosiayî.
Mal - mezela,
Mirîd mih'tba.
Temamet qebûl be
Boyî Silt'an Şîxadî.
Copyright 2007. All Rights Reserved. |