Что надо знать о других религиях?

Почему христиан называют людоедами,
а христианство - религией смерти?
Христиане поклоняются петуху и костям ослицы?

 




/Запомнить меня
Забыли пароль? / Потеряли пароль?
Вы не зарегистрированы. Регистрация / Регистрация
Популярные запросы

Армении Курдистан Курдистана Султан Тарих Турции войска всего езидов езиды истории крепость курдов курдов, курдов. курдских курдского курдской курды населения около султан султана того, хана, хана.


Powered by Adeptus Clouds

Последние комментарии
Издан новый исследовательский ...
Здравствуйте, уважаемые друзья! Не могли бы сообщить, ή..
21 марта в день празднования Н...
Первый, кто научил меня курить-был армянин первый, кто Ϯ..
3000 человек на www.XAZGINI.co...
xaroshii sait
Жители Талль-Афара отмечают пр...
Можно узнать, кто автор?
Скончался курдский ученый Макс...
MI NAROD VILIKI DREVNI DAVAITE ZASHISHAT NASHI TRADICII NASHI LUDI SAMIE DREVNIE DAVAITE UVAJAT DRU...

 
 
DIKTORA RADYO'YA YEREVANE YA PESIN
Monday, 20 March 2006

Yêrêvan xeber dide, guhdarêd ezîz, bibihên xeberdana me bi zimanê kurmancî…” -ev cumla hê sala 1931'ê cara ewlîn bi lutvê Hecîyê Cindî û helala wî  Zeyneba Îvo bi Radyoya Ermenistanê belayî çar qulbê dunyayê bû…
Zeyneba Îvo (12.3.1914) ra zarotîyê da Zano digotin. Ew, Zevo, Perîşan û birê wana –Bondo, zarêd Îvoyê Heso û Şaka Ereb bûn, gundê Engûkê, qeza Qersê da diman.
Wana biçûkatiya xwe bê xem derbas dikirin, heta şerê hemdinyayê pêşin. Zano 5-6 salî bû,  gava mala wan da ser revê...

Gundîyê wan, têne deşta Araratê, diçine Êçmîadzînê. Li wê derê ewana pê dihesin, wekî bona zarê êtîm Aştarakê da êtîmxane vebûye. Dîya Zano- Şaka Ereb, ku mêrê xwe revê da unda kiribû, tevî 2-3 kûlfeta, tevî zara bi zor-cefakî têne Aştarakê, diçine wê êtîmxanê. Mezina êtîmxana Aştarakê kûlfeteke xwendî, egin û bedew-Nûra Egît Axa Polatbêgova bû, xwexwe kurmanc.. Ew Zano û Bondo êtîmxanê da qebûl dike, lê Zevo, ku qîza mezin bû û Pêrîşana biçûk qebûl nake. Şakê 2-3 cara ser zarê xwe da tê-diçe û wê şûn da, paşê Zeno pê dihese, wekî apanê wan Zevo xwe ra birine, dane mêr, dîya wê- Şakê û xûşka wê ya çuk ji birçîbûnê û nexweşiyê mirine. Zulim bûye…

Wê êtîmxanê da sala 1921'ê Elîxanê Serdar Şahînov, kîjan sêmînarîya Yêrêvanêye rûsî xilaz kiribû, û Nûra Êgît Axa rastî Lazo (Hakob Gazaryan) tên. Payîza sala 1921'ê Êçmîadzînê da êlîfba kurmancîye bi herfê ermenî çap dibe û xudanê wê Lazo tê êtîmxanê û bi wê pirtûka “Şems” zarê kurda hînî xwendinê dike. Wê êtîmxanê da heta 50-60 zarê kurd hebûne. Ji wan in: nivîskar Cerdoyê Gênco, xûşka wî –Tezo, dîrektorê Xwendinxana kurdaye pêdagogîyê Biroyê Memo, kurapê wî –zimanzan- Çerkez Bakayev, dersdara baxçe zara Hisreta Mîrze (Hasmîk), Xanima Rizgo û gelekê din.

Çend sal derbas dibin. Mêrê meta dîya min te Bondo ji êtîmxanê derdixe dive, lê dîya min –Zano (Zeyneva Îvo) heta sala 1926'a Aştarakê da dimîne, paşê wana divine Celaloxlîyê (Stêpanavana niha), paşê Îcêvanê û pey kutakirina koma 7'a ra keçika tînin Yêrêvanê, wekî karxana da bixebitin. Û ew hersê keçêd kurd –Zano, Xanim, Hisret ji sala 1930-da dibine binelîyên Yêrêvanê.

Cerdoyê Gênco wê hingê tevî kûlfeta xwe Yêrêvanê da dima û wexta pê dihese, wekî keçikê êtîmxana wan e Aştarakê anînê şeher, diçe wana dibîne, teglîfî mala xwe dike. A hema mala Cerdoyê Gênco da Hecîyê Cindî rastî Zeyneba Îvo tê. Hecîyê Cindî û Cerdoyê Gênco alî van hersê keçika dikin, wekî Xwendinxana kurda ya teze vekîrî da qebûl bin.


Dîya min gilî dike: “Em têxnîkûmê da (xwendexanê da) hatine hildanê. Me kurmancî bîr kiribû. Lawikêd têxnîkûmê diketine kirê me, ji me ra digotin 'herkê hûn kurmanc in, ji ku ne, qe kes ji merivê we na yêne bîra we?' Kete bîra min, min got, wekî navê xalê min Miraz bû, navê xûşka min -Zevo ye, navê birê min -Bondo ye. Wî çaxî xortek ji cîyê xwe quloz bû. Bi şabûn got: “Ê ne Mirazê Ereb xalê Zevo ye, ewana ji gundê me Heko ne. Ezê cab bikim -bira bên”. Usa ez rastî Zevo û mêrê wê -Teyo hatim. De ew rasthatin emrê min da şabûna ewlin bû. Şabûna dinê jî ew bû, wekî min û Hecî hevdu begem kir, hiz kir û payîza sala 1931'ê me hev sitand. Lê berî wê yekê ez pey kûrsa yekê ra gundê Pampa Kurda da (niha Sîpan) piraktîka pêdagogîyê derbas bûm. Du mehê havînê baxçê zara da wek terbîyetdar dixebitîm. Ez ji gund vegeriyam û min û Hecî hev sitand.'

'Hecî deqekê vala ne dima, û ez jî tev dixebitîm. Min korêktorya kitêba û rojnamê dikir, diçûme dersa. Ez xwendekar bûm, Hecî -dersdarê Xwendexanê, xwendekarê Ûnîvêrsîtêtê.. Gere me gotar ji bona radyoya kurda hazir bikira, wir spîkêrî bikira. Hecî pirtûkê dersa hazir dikir, rêdaksiya “Rîya Teze” -da kar dikir. Pey kutakirina Ûnîvêrsîtêtê ra kete aspîrantûrayê, ser dîsêrtasyayê xebitî.

Niha dikime bîra xwe û zendegirtî dimînim: çawa Hecî ew qas xebat pêra digîhand? De hatin-çûyîna me jî zef bû. Dihatin ji gunda, bi rojan li mala me diman. Nas-nenas dihatin. Dihatin bona erzekê, şikîyatekî bikin. Hîvî dikirin -alî wana bike û her tim na-na kirina Hecî tune bû. Bi pêşiya wan diket, bi her teherî wext û qedrê xwe xerc dikir, şuxlê wan danî sêrî. Wexta pê dihesiya, ku mevanê me zargotinê zanin, de destpê dikir dinvîsî.

Me hesab kiriye -ji sala 1931'ê ta sala 1937'a ji 30-î zêdetir pirtûkên Hecîyê Cindî yên dersa, berevokê foklorê, yêd edebiyatê,  wergerandinê (tercime) hatine çapkirinê. Korektoriya wan Hecî ra tevayî min dikir (Navê min jî ser wan pirtûka heye). Ew kar gelekî çetin bûye,ji  ber ku çapkirêd karkirêd çapxanê ermenî bûn, xeberê me fem ne dikirin. Û qinyat jî destnivîsar diçûne ber destê wan.

Ji gişka çetintir, diya min bîr tîne, korêktorîkirina “Folklora kurmancîyê” ya sala 1934'a bûye. “Ew 670 belg bû û me 6-7 caran ew pirtûk temiz kir.”

Sala 1933'a Zeyneva Îvo xwendina xwe li Xwendexana kurda ya Pişkavkazyê ya pedagogiyê kuta dike. Hema wê salê jî para berîmektebîyê ya xwendexana ermena ya pedagogîyê kuta dike. Di pey ra Zeyneva Îvo wek dersdara zimên, paşe ya tebîyetzaniyê li Xwendexanê da kar dike û pê ra jî Kûrsêd hildana ne xwendîtîyê di nava jina da-dersa zimanê kurdî dide.

Hizkirina dê û bavê min zef nazik û bedew bûyê. “Ezîza dile min”, “kinêza min”, “kubariya min”, “helal û hevala min...” Van xebera va namê bavê min, ku wextê başqe-başqe da ji diya min ra nivîsiye, dest pê dibin. Ew name bi dil hatine nivîsarê.

Pey girtina Hecîyê Cindî ra (wek “dijmine cimetê”) Zeyneva Îvo ji karên Xwendexanê û Radîoya para kurdî derdixin. Hema wê salê jî (1938) Xwendexane, rojnama “Rîya teze”, Radîyo têne dadanê, herfê latînî têne hildanê. Dîya min herdu keçêd xwe yên biçûk va -Firîcê û Firîdê- tenê dimîne, bi cefê baxçê Yêrêvanêyî zarayî hijmara 60'da wek terbîyetdar qebûl dibe.

Bîra min tê çawa sibe-sibe ker û lal em radibûn, diçûne wî baxçeyî, êvaran jî, ji xwe ra tirse-tirs dihatine malê. Paşê me fem kir, ku diya me ditirsiya, wekî wê jî dikarin bigirin, yan jî me sirgûn bikin. Kesî derî me venedikir. Hevalêd bavê min ê nêzîk gava çav me diketin, riya xwe diguhastin. Wede usa bû…
Lê heqiyê alt kir. Bavê min aza kirin.

Zeyneva Îvo wexta şêr û pey şêr ra jî, ji sala 1942'ê da dest pê kirîye kar bike. Havîna li gundêd Pampa Kurda da, Heko da, Şamîranê da baxçê zara wekiriye û xwexwe jî bûye terbîyetdara zaran.

Zeyneva Îvo û Hecîyê Cindî penc keç mezin kirine. Her pêncan jî xwendina bilind sitendine. Di pey ra- Firîce bû kandîdata doxtirîyê zanistî, dosênt, lê Nûrê -kandîdata hunermendzaniyê.

Frîda Hecî Cewarî
ROJNEMA “RYA TEZE”, 12. 02.1997

Комментарии (0)add comment

Написать комментарий
Вы должны авторизоваться, чтобы добавлять комментарии. Пожалуйста, зарегистрируйтесь.

Copyright 2007. All Rights Reserved.
busy
 
< Пред.   След. >
 
Сегодня: Friday, 18 May 2012

Послушать Радио "Эзди" в плейере




Первый конвертор Курдской письменности

Коммуникационный Сервер ezdi.ru! Езидские знакомства, познакомится с курдами, сайт знакомств kurdish photo, wene kurdi, kurdistan picture, kurdish picture, kurdish flag kurdish tv live, kurdish tv, roj tv, kurdistan tv live, kurdistan tv, kurdish radio


Эздихана.ру - LiveJournal.ru
Кто в онлайне
Сейчас на сайте:
Гостей - 20
Поиск по сайту


Опросы
Почему вы посещаете Эздихана.ру?


dj pack - печать cd, dj pack - печать dvd, типография digipack, digipack, диджипак,нулевой баланс нулевая отчетность уф печать, халаты оптом, скатерти оптом.

kurdish music video kurdish mp3 kurdish video downloads music sites kurdistan kurdish musik Best Kurdish sites Music, news, music, MP3, Video, Chat
новостройки от застройщика застройщики квартиры от застройщика
ЕЗИДСКИЙ ЧАТ    ::   ЕЗИДИЗМ    ::   НОВОСТИ   ::   СКАЧАТЬ   ::   КОНТАКТ
©2009 Москва Россия | ВСЕ ПРАВА ЗАЩИЩЕНЫ |
Одноклассники.ру Езиды В Контакте Twitter.com Езиды в Facebook.com