|
Roja çarşemê 12ê Nîsanê dengbêjê mezin Reşîdê Baso li mala xwe wefat kir. Roja sêşemê 18ê Nîsanê demjimêr 14.00 nîvro merasima veşartina dengbêjê Kurd Reşîd Baso destpêkir. Di merasimê da hemû endamên malbata Reşîdê Baso( hunermend Dilovan, Zûlfa Talê, Temar, Besê, Guhar, Nazê, Nigar, Artûr, Rostem, Nûrê, Fêrîk, Tîna, Reşo, Rostemê xwarzê, Cemal, Romî û …), nivîskar û lêkolînvan Wezîrê Eşo, helbestvan, Eskerê Boyik, Hunermendên mîna: Delîl Dîlanar, Nazê Îşxan, Casimê Cerdo, Derwêşê Serhedê, Seyîdxan, Cewad Merwanî, Welî Botî, Emele, Yilmaz, çend kes ji xebatkarên Roj TV û gelek mêvanên din beşdar bibûn.

Her du hunermendên Kurd Casimê Cerdo û Derwêşê Serhedî bi deengê meya
Kurdî û zelal dawî bi merasiva veşartina apê Reşîd anîn. Melodiyên
stranên wî wê rojê careke din hunera bilinda dengbêjekî mîna Reşîdê
Baso ji mere zindî dikirin.
Wê rojê me gencîneyek ji peyv, stran û kilamên cimaeta Kurda ji dest
dabû. Kesê ku agehdarê rolê dengbêjên Kurd di parastina ziman û çanda
Kurda be, yê baş têbigehe ka wê rojê kesekî çawa ji nava me koç kiribû.
Reşîdê Baso yek ji wan siwarên herî hêja di qada hunermendiya Kurdan bû
ku bi evîna xwe ya kûr û dûr ji bo doza Kurd û Kurdistanê hem kilam
afirandin, hem strî û hem jî di xwîndingeha hunermendiyê da hunermendên
baş perwerde kirin. Ger bi vê hisabê em ked û zehmeta apê xwe yê hêja
Reşîdê Baso bînin ber mîzana pîvanê(bisengînin), hingê emê pêbihesin ku
dengbêjê salên dûr û dirêj, evîndarê peyva resena Kurdî Reşîdê Baso
nemiriye. Çima? Bersiva min eve: Kesê ku li pey xwe, di wê xwîndingeha
Evdalê Zeynikê da 14 kesan di hemû warên strîn, orkêstra semfonîk,
sazbendî, opêra û hwd perwerde bike, çawa dikare bimire?!
Belê... xûziya hemû mêrên Kurd wiha bi dîqet li ser torekirina zarok û
neviyên xwe bisekinin mîna ku apê Reşîd rawestî. Malbatên mîna malbata
Reşîdê Baso dikarin ji me re mînakên baş bin ku em bi wan serbilind û
şanaziyê bikin. Apê me yê nemir Reşîdê Baso û kebaniya wî ya çeleng
Zûlfêya Talê xwediyê 5 keç û du kuranin. Wan bi hemû zehmetiyên jiyanê
xwîndina bilind bi hemû zarokên xwe dan temam kirin. Heryek ji wan di
warekî civakî da xizmeta mirovahiyê dikin: Dilovan bi dengê xwe yê xweş
û famdariya li ser hunera Kurda rêya bavê xwe diçopîne. Guhar endazyara
elktronîkê ye, Tamar mêdsîstêr e, Besê kûlêca êkonomiyê bi dawî anîye,
Davîdê Reşîd rêveberê hotêlên 5 stêrka herî mezin li Êrîvanê bû, Tînê
ya neviya wî ebûqat e, Fêrîk hiqûnanse, Artûr êkonomîste, Reşo û Nûrê
bi awayekî akademîk li ser huner û mûzîkê dixwîndin ku di cîhanê da
navê hunera Kurda bilindtir bikin. Astxîk û Seyrana Reşîd tev di jiyana
xwe ya malbatî da jinên serkeftî bûne. Wan li ser şîretên bavê xwe yê
dilovan, zarokên xwe jî baş pêgehandin.

Em Kurdên Kurdistana mezin gelek deyndarên Kurdên Sovyetistana berê ne.
Bi taybetî jî Kurdên Ermenistanê karên mezin kirine. Çimkî di nava wan
da dîrokzan, nivîskar, hunermend û bi giştî bisporên di hemû warên
civakî, siyasî, hunerî, zanistî, zimanzanî û ragehandinê da hebûn û
hêjî li ser vê rêya xwe ya pîroz dimeşin.
Di sedsala derbasbûyî da Êrîvan mîna paytexta Kurdan ya çandî-meinewî
tê hesibandin. Radioya Êrîvan ji sala 1955an û pêda gelek mirovên mezin
di damana xwe da pêgehandin. Dengbêjê deng zelal Reşîdê Baso yek ji wan
kesên herî pêşîn bû ku kevrê binêşeya peyv û awazên Kurdî li radioya
Êrîvan danî. Wî bi dengê xwe yê tejî şewat û Kurdewarî, qêrîn û hawara
Kurdên hemû Qefqaziya bi ser serê çiyayê Agirî û Elegezê re derbas kir
û gehand hemû axa Kurdistana mezin. Deng, kilam û stranên Reşîdê Baso,
Sosika Simo, Belga Qadir, Şeroyê Biro, Efoyê Esed, Neçoyê Cemal,
Hemzeyê Aqo, Îdadê Ecem, Înokê Fileh, Dawûdê Xelo, Memoyê Silo, Egîdê
Têcir û Ordîyê Dengbêj di wan salên reş û tarî da ku li bakurê
Kurdistanê Tirkên faşîst û şovînîstên Roma Reş bi giranî mijûlî
siyaseta xwe ya asîmîlasyonê bûn û tovê Kurda dişewitandin, bûn derman
û melhema birînên wan Kurdan yên ku êdî hemû hîvîyên xwe ji dest didan.
Elbete meya Egîdê Cimo û Xelîlê Evdile jî xerîbî û dûriya ji axa
Kurdistanê digehand her derê.
Min rojek beriya wefatê, apê Reşîdê Baso ji nêzve dît: di rûyê wî da
êşeke giran hebû, lê bi evîna paqija dengbêjan li me nêrî û bi zimanekî
nîvşikestî wiha got: Ser ser û çavan re hatine, ez ji we zeif
razîme....”.
Ji mere strana “ Delane” got û bi girnijîneke xembar dîsa wiha got:”
Xuziya beriya deh salan hûn rastî min bihatana lawê apê xwe...”.
Wê rojê min wateya evîna nemir jî baştir fêmkir: Dayika me
Zûlfê(kebaniya apê Reşîd) hêsir dibarandin û dixwest ji hevalê xwe yê
jiyana 60 salan re karekî bike. Ew li ber serê wî rûniştibû û destên wî
diperxandin. Nêrînên wan yên xatirxwestina dawiyê bûn. Belkî jî bi wê
nêrîna kûr û germ apê Reşîd dixwest ji hevala xwe re wiha bêje:” Sipas
bo hemû zehmetiyên ku te ji min re kişandin....”.
Dilovan xwîndevanê herî hêjayê xwîndingeha Apê Reşî, Guhar, Tamar,
Besê, Artûr û Diyana tev li dora wî digeriyan ku rêyeke çareseriyê
peyda bikin, lê êdî ji destê kesî karek nedihat. Ji ber wê jî divê
wijdana wan pir rihet be, çimkî çi ji detê wan hat, bi cih anîn.

Di dawiyê da dibêjim:” Werin em tev heya hunermend û nirxên me yên din
saxin, qedirê wan bizanin. Raste ku ew bi fîzîkî ji me dûr dikevin, lê
gereke nav û karê wan hunermendên mezin di nava arşîva me da cihê xwe
yê taybetî peyda bike. Divê navê wan bi tîpên zêrîn di nava çand û
dîroka Kurdan bê nivîsandin”.
Xala herî girîng û balkêş di vê merasimê da ew bû ku bi qewilên şêx û
pîrên Êzidiya Reşîdê Baso spartin axê. Hemû qewil bi zimanê Kurdî hatin
gotin. Şêx Fetoyê ji mala Şêxobekir bi ziman û dengekî xweş ew qewil
dixwîndin.
Kakşar Oremar
Этот адрес e-mail защищен от спам-ботов. Чтобы увидеть его, у Вас должен быть включен Java-Script
Copyright 2007. All Rights Reserved. |