Firwarek hat ji ‘ezmana
Rêz û risim û hed û sed bo me danane
Êk ji wan , wesîyeta dayik û Babane
Firwar hatîye ji ba melekê celîl
Li hemû wexta li hemû bedîl
Ji berî Isa û Musa û Birahîm el xelîl
Firwar hat ji ba Êzîdê sore
Bi emrê wî lêda more
Li emrê wî bi weste û lê nebore
Hizra xiwe bike li vê dinê
Bi emrê pedşayî bi tinê
Ewî dana Bab , ewî dana Dê
Ez di bêjme we : hûn neken ji bîr
Ez di bêjme we : xelkê êrifî zana yî jîr
Hûn çu cara bêy Dayik û Baba neken tekbîr
Li ser te ye danaye heqe
Li gel Dayik û Baba neken axaftina reqe
Da ser û zuman li ser we nebin şeqe
Kesanê dilê wan hişte
Ewî dilê terîqeta xiwe ji xiwe hişte
Li axretê yî bê pale yî bê pişte
Heqe tu li wan bikey silave
Û zîyaretî bî li desit û çave
Li hemû suba li hemû gava
Yî şikestîye destê ser rabî
Li dinê û axretê tena nabî
Dê di agirê dojêda terrabî
Ew pîsekî sefîl yî rû reşe
Ew gayekî şaş yî beşe
Mêrê bê Dayik û Baba gava xiwe pavêt û bi meşe
Neh meha tû xudan kirî
Ji av û agir tû dûr kirî
Xewêt şeva li xiwe herm kirî
Bab li ‘erda hostaye
Mal bi wî ye rawestaye
Ta’eta wî ta’eta Xudaye
Heke tû çil çilî bi rojî bî
Heke tû çilêt dî bi micade û ‘ebadet li pê bî
Fayde naket tû ne li ta’eta Dê û Bê bî
Heke tû dilê Dayê şayî nekey
Û dilê Babê tena nekey
Fayde naket , heke tû sed salî ‘ebadet bikey
Heke Dayik û Bab ji te nebine razî
Tû çenid bikeye hawar û gazî
Tû çu cara miraz nabî
Ne bêje tû Deykeke pîrî
Û bê hizreke bê bîrî
Heke bi wê Deykê nebit , tû naçîyê dîwana mîrî
Ne bêje pîremêrekî kale
Û zergûnekî bê hale
Heke bi wî babî nebit , tû naçîye dîwana Xudê te’ale
Ew gava nesax di bin
Ew bê desit û pê dibin
Cayize hingî di xizmet da bin
Bi destî bi gire bi gêrre
Bi Lalişêve bi hinêre
Rehmekê vêrra bi bêre
Vêrra bi de xêre
Û du’ayekê bi ke ji melekê cebêre
Da tû şermezar nebî li gel melkan û mêre