|
Di nav Kurdên êzdî da eva nava navekî pir belabûyî, hizkirî û pîroz e. Tu êleke Êzdiya tune, ku navê Şêx Mîrza nizanbin û stiranên derheqa wî da neyên gotin. Li nav civaka Êzdiyan da ew bûye efsene, simvola mêranyê, culetyê, bêqelpyê û parastina bawarya êzdîtayê. Lê çiqas jî ew navekî hizkirî û belabûyîye payê vê civaka Êzidya ya pirê derheqa şexsyeta Şêx Mîrza, jîyana wî û bûyarên dîrokî yên dora qetlyama êla wî da qewimî kêm zanin. Êl ji hev bela bûye, bûyar nehatine nivîsar, ji wan qewimandina çend bavik derbaz bûne û xêncî hinek sitiranan, bîranînên zarkî kêm tişt mane û kêm kes jî rind wan bûyarên rojên buhurî zanin. Stiran û çîrokên ku têne gotin jî pir kurt û sade ne, gelek tişt ji çîrok û stranên din ketine li nav wan. Gelek tişt bawarya mêriv naynin.
Tê bîra min, dewya salên pêncîyî, wextê hê ez şagirt mektebê bûm, gundda oda me hebû. Ne têlêvîzyon bû, ne radyo, tiştê mijûlbûnê kêm bûn û payîzê destpkirî heta axlêvê gundda karê gundîtyê jî tune bû, mêrên gund yên navsere him sibê heta nîvro, him jî êvara oda me da top dibûn. Ode dibû wek mekteba zargotinê: çîrok, serpihatî, kilam, henek... Her tişt dihate gotin û pir baş dihate gotin. Wê demê pir cara çîrok û sitirana Şêx Mîrza jî digotin. Derheqa bûyarên navê wîva girêdayî bîr tanîn..Şêxê gundê me Şêxûbekirî bûn. Digotin mala Şêx Hemze. Mala wan mala a’lima bû. Derheqa şêx Hemze, zanebûn û kiryametê wî da gundya tiştê ecêv gilî dikirin. Şêx zûda çûbû rema Xwedê, lawê wî êdî camêrne navsere bûn. Pênc bira bûn. Şêx Elî, Şêx Efendî, Şêx Sihîd, Şêx Îsmayîl û Şêx Kamil. Sê birayên mezin, ji nzarên xwe va li bajarê Tilbîsê da dijîtin, lê kekê Îsmayîl û kekê Kamil gundda bûn. Bira tev jî ( yen Tilbîsê jî dema dihatin gund) li oda me dibûn mêvan. Nexwendî bûn, lê ber dilê min da her yek ji wan pirofêsorekî folklorê û ulmê bawarya Êzdîtyê bû... Meriv bi roja rex wan rûnişta îciz nedibû. Mijulbûna wane nava civakê pir xweş bû û qedrê wan jî di nav Êzdyên wê heremê da mezin bû. Min pêşyê him çîrok, him jî kilama Şêx Mîrza ji wan bihîst. Paşê çîrokbêjê gundê me Elyê Fetî, ku rastî jî xizna zargotinê bû, dema min li zanîngehê dixwend û min gavên nivîskarya xwe ya ewlin davît ewî çîrok û kilama Şêx Mîrza min ra got û min nivîsî. Bêtifaqya li nava gelê Kurd, dîrok û qederan Kurdên Êzdî, bindestî û perçebûna Kurdistanê, rast gotî rehetî nedida min. Min dixwest roman binivîsya. Ev çîrok dikaribû bibya firêta wê romanê... Min ji devê hineke din jî ew çîrok û kilam nivîsîn. Melûmetî berev kirin. Lê nivîsar nedihate stendin.
Ji bo matêryalê dest min da gelekî kêm bûn, pir bûyaran li hev nedigirt, kilam jî ne weke hev bûn, bûyar tevlihev bûn, cîyê bûyaran, jîyana wê civakê ra nenas bûm, cêribandina min tunebû, gelek erfedetêgelê kurd ji min ra terî bûn...Ez bi heftya rûdiniştim, min dinivîsî, dinivîsî lê nivîsa min li min xweş nedihat û min terk dida, dîsa demek dikete navê dîsa min dest pê dikir... Wedek hat, ku ez xwe ji wê fikirê û wê belê xilaz kim çi nivîsar û matêryalê mine li ser Şêx Mîrza hebûn min qelaşt û avît. ( Xwezi min ew yek nekira). Naveroka çîroka, ku apê Elî min ra gotibû bi kurtayî wa bû (tê bîra min). Şêx Mîrza serokê êla Anqosa bûye. Digotin ser keceke Êzdî, navê kîjanê Şîrin bûye, kîjanê musulman bi zorê dixwezin xwera bivin, navbera Êzdiyan û Musulmana da şer çê dibe. Mêr têne kuştin.
Dewleta Romê Şêx Mîrzayê, serokê wê êla Êzdiyan digrin û davêjne zindana Dîyarbekirê.
Welyê Diyarbekirê Reşît paşa qewlê datîne ber Şêx yan musulmanbûn yan dardakirin. Şêx texmîn dike, ku xilasbûna wî ji welyê zalim tune, cawê dişîne pîreka xwe ra dibê xencera min bike nav şîr, bimeyîne bike mast û minra bîne, usa ku kes tê dernexe. Jina wî usa jî dike.
Xencer zindanê da digihîje Şêx. Lê ji bo nava şîr da kelya bû qevza xencerê qels dibe... Roja din Reşît paşa, giregirê dora xwe va gazî Şêx dike bal xwe, Serayê. Serayê da ew û gelek wezîfedarên dewletêye bilind rûniştî bûne...Paşa dixweze qerfê xwe Şêxê Êzdiya bike, usa bike ku Şêx xwe bavêje lingê wî...Lê Şêx nişkêva mîna şêrekî ji cî banz dide, hukumî li ser hazira dike û wan dide ber xencera... Lê ji bo nav şîr da xencere kelandî bûye, qevza xencerê dêst da dişkê. Şêx tê kuştin. Apê Elî sond dixwer, digot camêrekî Ermenî jêra gilî kirye, gotye: „ Dema Şêx Mîrza Serayê da teva dide ber xencera yên dimirin, yên birîndar dikevin, Şêx dêrîra direve derva. Dibên Şêxê xilaz bûya ... Lê giva yekî Ermenî, dostê Şêx, ku li wur ber dêrî serayê sekinî bûye. Ew wê hêwarza hundur Serayê da dibîhî, difikire dibê: „Şêx kuştin.“ Ku ber dêrî wî nebînin, dide kevirekî jora dêrî disekine... Ewî tirê Şêx Mîrza hatye kuştin, dêrî ra yekî din dertê. Û kevirê destê xwe da davêje ser serê yê dêrîra dertê. Kevir serê Şêx dikeve. Şêx ji derba kêvir ber derê seryaê dikeve erdê. Şêx divîne dostê wî ew birîndar kir. Difikire, dibê: „ Duste min jî pij minva qelpe“, dibêjê, filankes ez naxwezim cinyazê min bikeve destê cindirmê osmanyê, werê bikeve bin milê min, em ji vira birevin. Dostê wî nêzîk dibe. Eva beristya cilê dost digre û bi xencerê pişta ustyê wî dixe.“ Paşê cindirmê Şêxê birîndar bi rima dikujin. Giva dostê wî qenc dibe, lê ji derbê kûz dimîne û heta kalbûna xwe jî dijî. Giva ew Ermenyê ev çîrok apê Elî ra gilî kirye ewî bi xwe jî ew dostê Şêx Mîrzayê dîtye û dost bi devê xwe jî derheqa wê bûyarê da jêra gotye. Paşê min hinek tişt ji çevkanyên zargotina Ermenya da xwendin. Navê Mîrza, Mîrzik di wan ra derbaz dibû, derheqa Keşîş Polo da dihate gotin, derheqa şerekî giran da dinivîsîn. Bi radyoya Bi radyoya êrêvanê kilama DELANÊ dan... Lê çi ku min oda me da ji devê çîrokbêja bihîstibû, ne navê Keşîş Polo hebû, ne jî Şêx Miço... Paşê wê derheqê da gotara dîrokzan Celîlê Celîl ya pir giranbiha derket.( „Belgek ji pêwendyên ErmenyaKurda yê dîrokî çandî“; Berevoka xebatên Înstîtûta Rohilatzanyê ya Akadêmya Ermenistanê; Cilda XIII; Kurdzanî; 1985; rû. 105). Bi gilîkî her bûyar navê Şêx Mîrzayê va girê didan...
Peyra êdî ez bi dewî hatime ser wê bawaryê, ku rastîya bûyara tek li cem Êzdyên wê heremê kîderê bûyar qewimîne meriv kare bizanbe. Vê dewyê ez bi rastî ketime nava civaka Êzdyên Kurdistana Tirkyê, kîderê ew bûyar qewimî bûn û Êzdiyên Şengalê, bal kîjana bîranîn rind mabûn... Ez hûr gilî wan bûyaran hisyam, di serê min da her yekê cîyê xwe girt. Bi rastî tiştekî Şêx Mîrza tev bûyarên qetlema herd gundên Êzdîyaye Dela, qehremanên şerê Erenzê Şêx Miço û keşîş Polo û ew nemê ku gênêralê Rûs Paskêvîç ra şandî tune. Ev bûyar ji çîroka qetlema Xalta tevî vê çîrokê kirine. (Binhêren pirtûka Eskerê BOYÎK, „ Ezdiyatî, Mîrzikê Zaza, fermanên reş“ Oldênbûrg, 2006.)
Ev çîroka ji Êzdyên Bişêryê (Êla Xaltyan) Hemzoyê Xalit, Elyê Fariz (Qecer), Sebrî Tagay û gelekên din min ra gilî kirine. Hinek melûmetî pirtûka Kemal Tolan da hene: ( Hebûn û Tinebûna Êzîdiyan; Oldênbûrg2000; rû. 65). Lê bi fikira min di vê derheqê da çevkanya here hêja û tam xebata nivîskar, hevalê minî hêja Emer Çelîk e. ( „Çîroka Şêx Mîrzayê Anqosî“; Kovara ROJ N 6; rû. 5058) Şêx Mîrza şêxê êla Anqosya bûye... Heremê da xweşmêrekî kivşî bi nav û deng bûye. Êva êla raste çend gundê wan hebûn e, merkeza wan koçka Gûmêrd bûye lê hîmlî koçer bûne. Warên Anqosyan ji rîya Aviskê, Qurtelanê girtî heta çûye Sêrtê û gelyê Bitlîsê. Bi gotina gotya hesavê wan digihîşte 1700 konî. Malmezina Anqosya malbeta Salihê Sedo bûye. Di navbera du Axê Kurd: Mehmedê Osman û Reşoyê Ebedo da dijminatî çê dibe. Reşoyê Ebedo ku peyayê dewleta Osmanyê bûye, gelek neheqyê êlên Kurda dike. Du lawên Mehmedê Osmên bi gotina wî têne kuştin... Dewsa bi qewlqanûn, erfedetên eşîrê here xwe bavêje bavê lawika bi alîkarya qewatên dewletê neheqyên din dike. Herd jinên Mehmedê Osmên: Nûrê û Gozê cilê reş xwe dikin li nava Axa û Begên eşîrên Kurdan digerin. Di nava Kurdada edete kê reşa wan hilda gerekê here heyfa herd lawên wan ji Reşoyê Ebedo hilde. Kesekî xwe nade ber: „ Reşoyê Ebedo zilamê Osmanyê ye, em nikarin herne şerê ordya Osmanyê.“ Dewyê da diçine mala Şêx Mîrza. Ew reşa wan hildide û qasida dişîne bal Reşoyê Ebedo, pêşnyaz û hêvî dike, ku xiravî çê nebe, bê xwe bavêje mala Mehmedê Osman seva lihevhatinê û tifaqa êşîrê. Rêsoyê Ebedo qasidê wî bêhurmet verê dike û rikanî Şêx ra rêya koçera jî digre.
Nahêle koçerê kurda derkevin zozana. Sê cara Şêx meriva dişîne cem... Lê hersê cara jî çare bi Axa nabe, gefa li Şêxê Êzdya duxwe û caweke wa ser da dişîne: „ ...tu ji bavê xwe da bêminetî, tu neêyî ser min, ezê werim ser te. Fermana we kafiran bi alîkarya Osmanya min ji îro pêva rakir. “ Sêx çawa wê cawê distîne 300 syarê Anqosya yên xurt dide ser xwe diçe cem Reşoyê Ebedo...
Evê te cawê dide leşkerê Osmanyê. Heta qewatên Osmanyê tên hewarê, şerê navbera herd êla da Reşoyê Ebedo tê kuştin. Rîya koçera vedibe. Gelek êlên Kurde musulman dora Şêx Mîrza kom dibin. Qewatên Osmanyê dema tifaqa Kurda dibînin turuş nakin hicûmî ser wan bikin, û dibêjin: „ Hûn Kurd xwe bi xwe şerê hev dikin, tiştekî me vê meselê da tune.“ Şêx jî deng li sîyarê xwe dike ku dijî osmanya şer nekin. Bi wê bêbextyê leşkerê osmanyê Şêx Mîrza herd lawê wî: Hesen û Melova digrin û dibin dikine hebsa Dîyarbekirê.
Welî texmîn dike, ku kurdên musulman jî ser Şêxê Êzdiyan qayîl nabin, nakokyê dînî dike navê... Dibê Şêx û lawên xwe kafirin, ezê roja e’yda Remezana musulmana bikime qurban, serjêkim... Ev gilî digihîje mala Mehmedê Osman. Di bin hukumê herd jinê xwe da, Mehmedê Osmên 500 syarê dicivîna û 500 hogeçî hildide, diçin şev dora koçka Welî digrin. Mehmed diçe cem Welî, dibêjê: „ Paşa min 500 hogeç seva xurekê eskerê te anye, hatime reca Şêx Mîrzayê Anqosî:“ Welî hogeça hildide û herd lawê Şêx: Hesen û Melo aza dike. Dibê, çend rojê dinê ezê Şêx jî bişînime mala wî. Usa Welî wan dixapîne û Şêx zindana Dîyarbekirê da xweyî dike.
Şêx dinhêre ne ku wî bernadin, lê zorê lê dikin ku biqulibe, dînê xwe biguhere. Şêx caw dike ku xencera wî bigihîninê. Xencer di nav mast da digihîje Şêx. Dema dîsa Reşît paşa û Emîn paşa gazî dikinê cem xwe û ber gelek wezîfedarên Osmanyê zorê lê dikin bikifire, dînê xwe înkarke, eva nişkêva xencera xwe dikşîne û dikeve nav wan. Heta ew xwe dihesin Şêx geleka dikuje û birîndar dike. Heta xwe bigihîne dêrî ku bireve qevza xençerê wî dişkê, destevala dimîne û tê kuştin. Peyra fermana li êla Anqosya radibe. Gelek têne qirê, hinek direvin berbe Rûsyayê, hinek diçine Sengalê û Şêxan... Yên ku dimînin jî xwe didine bin perê êlên Kurdaye din.
Eskerê BOYÎK
Copyright 2007. All Rights Reserved. |