Что надо знать о других религиях?

Почему христиан называют людоедами,
а христианство - религией смерти?
Христиане поклоняются петуху и костям ослицы?

 




/Запомнить меня
Забыли пароль? / Потеряли пароль?
Вы не зарегистрированы. Регистрация / Регистрация
Популярные запросы

Армении Курдистан Курдистана Султан Тарих Турции войска всего езидов езиды истории крепость курдов курдов, курдов. курдских курдского курдской курды населения около султан султана того, хана, хана.


Powered by Adeptus Clouds

Последние комментарии
Издан новый исследовательский ...
Здравствуйте, уважаемые друзья! Не могли бы сообщить, ή..
21 марта в день празднования Н...
Первый, кто научил меня курить-был армянин первый, кто Ϯ..
3000 человек на www.XAZGINI.co...
xaroshii sait
Жители Талль-Афара отмечают пр...
Можно узнать, кто автор?
Скончался курдский ученый Макс...
MI NAROD VILIKI DREVNI DAVAITE ZASHISHAT NASHI TRADICII NASHI LUDI SAMIE DREVNIE DAVAITE UVAJAT DRU...

 
 
XAS-XATUNA KURMANCIYE
Sunday, 06 August 2006

Firîca Hecî 19 avgûstê sala 1932-a li Yêrêvanê ji dîya xwe bûye.Pey kutakirina dibistana rûsî , ew Înstîtûta Yêrêvanêye doxtirîyêda tê qebûl kirinê. “Şikir vê gavêra, Firîca min bû xwendekara Înstîtûta doxtiryê”,- Hecîyê Cindî wê salê rojnîşa xweda nivîsîye.Sala 1956-a Firîce ew Înstîtût serfinyazî xilaz dike û dibe doxtira kurde pêşin. Dura, Firîca  Hecî çawa doxtira zara polîklînîkayêda derbazî ser kar dibe.Sala 1960-î bona xebata berbiçav ew bi “Hurmetnema şêwra bajarê Yêrêvanê” tê rewakirinê.


Paşê Firîca Hecî ordînatûrayêda tê qebûlkirine û pey kutakirinêra - ji sala 1963-a heta sala 1993-a Kafêdra pêdîyatiryêda ya Înstîtûta tamkirina doxtiraye dewletêda kar dike. Heta  sala 1989-a ew Înstîtût teslîmî Moskovayê dibû, û doxtir-kûrsantêd wê ji hemû komarê sovêtyêye berê bûn, ewê bona wana lêksîya dixandin, sêmînar derbaz dikirin:wanara gotî tiştê zanyaryêye teze şirobikira, razî kira. Ber çavê mene ew name, ku ewê ji bajarê başqe-başqe ji kûrsantêd xweye rûs, ûkrayîn, gurc, qazax, yakût, kurd, ermenî û yêd din stendine. Hemu namada rêzêd wa henê: “...Em ji we zef razîne, dersbêja meye hizkirî...”

Sala 1978-a  Înstîtûtêda konkûrsa (leca) lêktora (dersbêja) elamkiribûn.  Saya aqil, merîfet û xîretbûna wê - ewê bi navê “Lêktora here baş”,  hate rewakirinê. Ji dersa û semînarê wê, sixêma, albomêd ku ewê hazirkiribûn, pir razî mabûn.

Firîca Hecî usa jî nexweşxanêda kar dikir .
Firîce lêksyêd xwe hazir dikirin, gotarênên yê zanîyarîyê dinivîsîn,  rojnama “Rya teze”-da gotarên wê derheqa  nexweşîyêd zarada dihatine weşanê, bi xwe di radîoya kurdîda mijûlî bi têma doxtirîyê derbas dikirin,  mala xweda mecal sazdikirin, wekî Şekroyê zeva dîsêrtasya xweye kandîdatyê, paşê ya doktoryê hazirke,ewê sê kurê xwe mezin dikirin, pêra jî întamêd aspîrantyê bi qîmetêd bilindva didan, dîsêrtasya (têza) xwe dinivîsî... Jêra  pir çetin bû. Lê  ewê çetinayî altkirin û sala 1974-a dîsêrtasya xwe bi têma kardîyologîyê bi serfinyazî û yekdengî xweykir û bû doktira doxtirîyê.

Sala 1980-î  Frîca Hecî navê Dosentîyê sitend. Rêfêrata wêda, ku rêktorata Înstîtûtê hazir kiribû, hatibû nivîsarê, wekî “Karê xweda ji sala 1966-a Frîca Cewarî xwe daye kivşê çawa pêşekzana bi dereca bilind, helal. Ew ser dereca zanyarî-metodyêye wedê nihaye bilind doxtir-kûrsantara dersa dixûne,sêmînar û dersên praktîk derbas dike… Ew komekdarîke qenckirin-şewirdarîyêye mezin dide parêd komarêye saxlemîxweykirinê”.

62 pirtûk û gotarên Frîca Cewarî yê zanyarîyê hene. ,  ji wan 25 gotar di salêd başqe-başqe li Moskovayê çap bûne. Berhemên wê bûnê qinyatên lazim ser textêd doxtirên zaraye kardîyolog û ne tenê kardîolog..

Lê ewê çendik-çend daklad  li Yêrêvanê û Moskovayê di Konfêransêd doxtirêd zarada xwendine, çendik çend cara dê û bavê zarên nexweş derê mala wê xistine: “Doxtir, bibaxşîne, -gotine,- kerema xwe teselîya zarê bike”. Çendik-çend cara, heta şevê jî, gazî  nexweşxana  kirine- bona şewirdarya,  ku komekê bîde nexweşê giran. Çendik çend cara doxtirê ermenî  bona xatirê nav û hurmeta Firîca Hecî nexweşên kurd - zar bûya, yan mezin -  pir pak  nihêrîne, gûhdarya wane mexsûs ser  wan nexweşa hebûye...

Havîna jî, wexta mala wan diçû gundê malbeta Şekroyê Xudo -  Elegezê havîngê, ji gundê cînare kurmanc: dê û bavê zarê  nexweş  zarê xwe danîne cem Firîcê, digotin: “Frîca me hatîye”...

Frîca Cewarî xwe nedihêvişand Timê xwe nexweşara digîhand. Û hertim, hercar bi zanebûnên xweye pir kûrva, bi merîfet, merivatîya xweye bêhesabva ewê pirsê çetin safî dikir, alî nexweşa dikir, qenc dikir...

 

Hezar mixabin, ewê tek-tenê alî xwe nekir, 17-ê meha noyabirê (mijdarê) sala 1993-a , wede zûtir, 61 salîya xweda, ew xatirê xwe ji vê cîhana ronik heta-hetayê xwest û çû ax û berê sar..

Frîca Cewarî,  sitûneke zêrîn bû  gelê xweye hizkirîra, dê û  bavê xwe Hecîyê Cindî û Zeyneva Îvora, malxwe xwe - Şekroyê Mihoyîra, zarê xwera, nevîyên xwera, xûşkara. Ew kubarîya xûşkên xwe bû.


Frîca Hecî  Cewarî, xûşka mine rehmetî, xanim-xatûneke kurmancîyê bû: aqil, merîfet, xîret, nazik, pir maqûl, kinêzeke şewat, jinanî, kevanîke erhede-  xas xatûneke gotina we.

FIRÎCÊRA

 

(baltûza minra)

 

Xas –xatûnê mînanî te-

Rema Xwedêva perwede

Terbe-tore, temiz, delal,

Maqûl, kinêz, heyf û helal,

Are-are têne dinya bed û beter,

Fêl û finyaz…

 

Vî teherî  berî wede

Guleke nûr şax vedide,

Nermik, nazik disivsive,

Şexte dide ser û dive…

 

Fêrîkê  Ûsiv

18.11.1993               

Комментарии (0)add comment

Написать комментарий
Вы должны авторизоваться, чтобы добавлять комментарии. Пожалуйста, зарегистрируйтесь.

Copyright 2007. All Rights Reserved.
busy
Последнее обновление ( Sunday, 06 August 2006 )
 
< Пред.   След. >
 
Сегодня: Tuesday, 22 May 2012

Послушать Радио "Эзди" в плейере




Первый конвертор Курдской письменности

Коммуникационный Сервер ezdi.ru! Езидские знакомства, познакомится с курдами, сайт знакомств kurdish photo, wene kurdi, kurdistan picture, kurdish picture, kurdish flag kurdish tv live, kurdish tv, roj tv, kurdistan tv live, kurdistan tv, kurdish radio


Эздихана.ру - LiveJournal.ru
Кто в онлайне
Сейчас на сайте:
Гостей - 10
Поиск по сайту


Опросы
Почему вы посещаете Эздихана.ру?


dj pack - печать cd, dj pack - печать dvd, типография digipack, digipack, диджипак,нулевой баланс нулевая отчетность уф печать, халаты оптом, скатерти оптом.

kurdish music video kurdish mp3 kurdish video downloads music sites kurdistan kurdish musik Best Kurdish sites Music, news, music, MP3, Video, Chat
новостройки от застройщика застройщики квартиры от застройщика
ЕЗИДСКИЙ ЧАТ    ::   ЕЗИДИЗМ    ::   НОВОСТИ   ::   СКАЧАТЬ   ::   КОНТАКТ
©2009 Москва Россия | ВСЕ ПРАВА ЗАЩИЩЕНЫ |
Одноклассники.ру Езиды В Контакте Twitter.com Езиды в Facebook.com